Webbplatsen använder teknik som troligen inte stöds av din webbläsare som exempelvis Internet Explorer 11. Vissa saker kan se konstiga ut eller inte fungera. Vi rekommenderar att du byter till en modern webbläsare istället.

Gå direkt till huvudinnehållet

Kurmanji

Bixêrbên Lênêrîna diranan ya gelî li Västra Götaland

Baş e ku ev agahdarî bên zanîn berî serlêdana we ya li ba me

Serlêdana lênêrîna diranan ya gelî li temamê Swêd heye û her wiha heman sazî li 49 şaredarîyên Västra Götalandê jî heye.

Li Västra Götalandê lênêrîna te ya diranan beleş e heya temenê te bibe 23 sal. Weke dê û bav hun dikarin bi 2 şêweyan xercê lênêrîna diranan bidin; piştî her cara lênêrînê an jî bi rîya hejmarek pereyên neguher ku wê her meh bên dayîn. Bi klînîka ku li diranên te dinêre re biaxife ji bo ku derbarî xerc û lêçûna lênêrîna diranan de te agahdar bikin. Ger tu naçî çi klînîkan tu dikarî ji bo heman mijarê bi sazîya lênêrîna diranan ya gelî re jî biaxifi.

Lênêrîna diranan ya lezgîn

Dema pirsgirêkên te yên demildest ji bo diranan hebin ya herî rewa ewe ku tu berê xwe bidî klînîka ku tu herdem diçî ji bo lênêrîna diranên te. Ger te çi pêwendî bi hîn klînîkan re nebe berê xwe bide sazîya diranan ya gelî ku herî nêzî te ye. Ger klînîka ku te berê xwe dayî girtî be hîngê tu dikarî ji beşa demildestî ya sazîya lênêrîna diranan ya gelî li herêma tu lê dijî alîkarî wergirî. Her wiha tu dikarî ji xeta agahdarî wergirtine ya tenduristî re telefon bikî û agahdarî bistînî.ji hejmara 1177.

Werger

Ger te pêwîstî bi werger hebe bi kilînîka xwe re pêywendî deyne. Xizmeta wergerîyê ji bona we bê xerc e, ango beleş e.

Bi bîranîna bi rîya SMS ê

Ger telefonê te li ba sazîya lênêrîna diranan qeydkirî be wê hîngê ji te re roj berî serlêdana te bibîranînk bi rîya SMS ji te re bê şandin. Ger ji ber hîn sedeman ji te re SMS nehatî be jî û ew dema te veqetandî bettal nabe, tu pêwîste di dema xwe de herî cîhê serlêdanê.

Veguhêrandina demê

Dema tu nikarî bê dema ji te re hatî veqetandin tu yê bi rîya koda xwe ku li ser kaxeza dem lê nivîsî heye, bikanî dema xwe biguhêrînî an jî ji nuh ve veqetînî li ser malpera me www.folktandvarden.se/vgregion Di malperê de serî li beşa ''dema xwe ji nuh ve veqetîne'' bide. Her wiha ji bona heman armancê dikanî pêywendî bi klînîka xwe re deynî û bi rîya telefon an jî nemeya elektronîk. Agahîyên di derbarî pêywendî e li ser malpera www.vgregion.se/folktandvarden/hittamottagning hene.

Ji bo betalkirina demê timî caran pêywendî bi klînîka xwe re deyne

Dema tu wexta ji te re veqetandî betal bikî baştire ku bi lezgînî klînîka xwe agahdar bikî da ku ew dem ji kesên din re bê dayîn. Lewma roja berî dema veqetandî herî dereng seet 12 yan bi rîya telefon yan jî bi rîya nameya elektronîk agahdar bike û dema xwe betal bike. Ger tu nexwaş bikevî heman roja ku tu ger bihata klînîkê, pêywendî deyne bi klînîka xwe re herî dereng yek seet piştî klînîk hate vekirin.

Dema veqetandî ya bi kar nehatî (ji bo zarok û salmezinan)

Ger tu dereng werî dema veqetandî an jî qet neyî tu yê hîngê heqqê wê serlêdanê bi temamî bidî. Wexta ku tu dema ji te re veqetandî dereng betal bikî jî heman şerd derbas dibe.

Bîryar bide ka tu çawa dixwazî xercê serlêdana xwe bidî

Tu dikanî xercê lênêrîna diranên xwe an pêşin bidî an jî bi karta xwe. Li hîn klînîkan tenê kart tê qebûl kirin ango pereyên bi dest tên dayîn wernagrin. Ji klînîka xwe pirsîyar bike ka kîjan şerd û merc derbasdibin di vî warî de.

Ger tu ne razî bî

Em wek sazîya gelî ya lênêrîna diranan qîmeteke mezin didinê ku kesên li ba me diranên xwe çêdikin memnûn bimînin ji lênêrîn û pêşwazî kirina wan ya ji hêla bijîjk û hemşîrên me de. Ger tu ji ber hîn sedeman menûn nemînî em dixwazin tu bi me re pêywendî deynî da em bikanin xizmetê xwe baştir bikin.

Weke gava yekem berê xwe bide kesê li te nêrî û bîne ziman ka şaşî çîye û çima çebû. Ji wê bi şunde tu dikarî bi berpirsê klînîkê re pêywendî deynî.

Bi rîya nameya elektronîk jî tu dikarî dîtinên xwe bişînî ji me re. Navnîşana nameyên elektronîk ya me eve: synpunkter.folktandvarden@vgregion.se

Pirs Tu dikarî herdem berê xwe bidî me ger çi pirs û pirsgirêk hebin. Lewma pêşî berê xwe bide klînîka ku tu ji bo lênêrînê pê ve girêdayî ye.